Mehmet Atli - Jahr
Gotinên Stranan
Mehmet Atli - Jahr
Te bihar anî te gul anîTe bax anî bistan anî
Te şekir anî şerbet anî
Lê te bi ser de jar jî danî
Te kêf anî seyran anî
Te dilovanî û şadî anî
Ez tî bûm te av anî
Lê te li ber de xwê jî danî
Ez xapiyam ez xapiyam
Mezin nebûm ez zarok mam
Ax ax ax, ax ez bûm xax
Lê kesî carek nego wax
Te bi destekî da bi destek stend
Ez ji kêfan nebûm sazbend
Tû bizanibî tu bizanibî
Çiroka me negihişt dawî?
Şîrove