Mem Ararat - Bendewar
wêneyê hunermendî:ê 102 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Bendewar

Hêjî dibînim xeyala wê rojê
Tu tê ji hember li min roj hiltê were lê

Sal diçin dibim kal
Navê’m kirin bendewar
Bûm pêkenîn bûme qal were lê

Ev bêdengiya dijwar
Li ser milê min bûye bar
Min ne denge ne olan were lê

Xêrnexwaza gotin ew êdî nema tê
Gaziya min gihîşt erşê xwedê were lê

Dema stêrk lerizîn
Esman ji nîvî de derizî
Şahî ji me hate dizîn were lê

Were bila ken were
Were bila reng were
Were bila tav were
Were lê

Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?