Mem Ararat - Bersiva Xorto
wêneyê hunermendî:ê 164 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Bersiva Xorto

Xwezî bibim havîneke zîvîn li baxên wê
Bixemilînim çend pelan ji mijangên wê
Lê ditirsim nebim lehengê dilê wê qet
Loma evîn kujer e, dikuje hezkiriyê xwe

Dilêm diperite ji bo kenê wê
Loma ev evîn e, evîn e ev
Bûme darek tûyê li ber deriyê wê
Loma ev evîn e, evîn e ev
Diçim û têm, vedigerim li wan bajaran
Loma ev evîn e, evîn e ev
Dihejim weke gulyên daran
Loma ev evîn e, evîn e ev
Heyirî me dil wêran e, evîn e ev

Xorto li min negre van halan
Hiş û aqil min hişt(in) li dewsa waran
Keko zora min bir wê bêbavê
Loma ev evîn e, evîn e ev
Çend peyvên min î ji hestiyê tenêtiyê
Asê mane li nava çar dîwaran
Zanim û nizanim, ez şaşwaz im
Li min xwelîserî ev çi hal e?
Heyirî me xelk bêbav e, evîn e ev

Gotin û Muzîk :Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?