Mem Ararat - Bîranîn
wêneyê hunermendî:ê 488 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Bîranîn

Min dît ew çiyayên bêdeng
Bi dengê te bi hewar e
Çar hêlê xwe vêxist agir
Lê ew ne întîxar e

Qêrînên te bêhempa bû
Hişbûnên te jî wisa
Ligel bayê xerbê
Tu xortekî 'hê kal' e

Lê mirin bi te şa nabe
Tu maye ji sibehan

Ji evînê tu qut nebû
Û ji tevahiya jînê
Bê te payîz xalî bû
Te hêz daye evînê

Min dît çiya li alek bû
Tu jê re bûyî hawar
Dengê te şîn bû hêvî
Rengê te bûye bihar

Qêrînên te ew zindî bûn
Hişyar bûn ji xewa giran
Bûye teyrek firrîbû
?Benişt bilind ariyan?

Nexşeya evînê xem e
Çopê wê ma li payîza

Pel diweşînin loma
Mizgîn dide ji biharan

Dara hesretê ye dinya, keko
Bêyî xema stewr e ew
Erdnigariya şahiya wenda ye hê jî
Tê gotin li ber ava çemekî ketiye
Û li kiraxa heskirinekî şîn bûye
Li devereke biyanî lê ne gelekî dûr
Dibe ku bi qasî mijankên xwe nêzîk e
Lê ew dîsa jî wenda ye
Ew li wir ketiye
li ku lal bûbe çivîkek
Li ku giriyabe zarokek
Li ku êşiyabe birînek
Xatirxwestinên bêwext para kê be
Qêrînên herî delal ên wan e, keko

Nîşe: Ji bo bîranîna Şehîd Hozan Serhad ji aliyê Mem Ararat hatiye nivîsandin..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?