Mem Ararat - Ewrîn
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Ewrîn

Ez bi giyanekî ewrîn hatim
Hatim, min xwe li tava te girt ez mêvan im
Ez ji sêhra kenê te re bûme heyran
Ez hatime ber deriyê te mêvan im
Ez mêvan im

Wa birînên min gul vedan piştî te, ez şaşwaz im
Hêlek min saw, hêlek min ta, ez şaşwaz im

Ji nişka ve emrê çûyî bû poşmanî
Kenekî şubhê tavê li ruyê min danî
Ezmanê giyanê ewrîn li min bû sayî
Bi kenê xwe kewand birînên vî canî
Yên vî canî

Wa birînên min gul vedan piştî te, ez şaşwaz im
Hêlek min saw, hêlek min ta, ez şaşwaz im

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?