Mem Ararat - Gazin
wêneyê hunermendî:ê 275 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Gazin

Hebû tune bû rahmet li dê û bavê guhdara,
Li rêwiya, li sêwiyê li ber hêt û diwara
Guh bidin vê çîroka ji dengê bayê barana!
Gelî dost û hevala!
Çiroka me dest pê nake bi merhabayekê
Dest pê dike bi xatirxwestin û çend gazina.
Kulîlkek e Kurdîka. Kulîlkek e çiyayî û Kurdistanî.
Çiroka wê ne çîroka şerekî ye
Çiroka evînek şikestî û ’emrekî pelweşandî ye.

Ev evîn tayeke sar e
Rê û hesret û adar e
Pêt û agir jê dibare
Çi har e har e har e
Jê dû ketin dilê'm êşî
Dibe tofan erd dihejî
Ne dikuje ne dihêlî
Çi jahr e jahr e jahr e

Lê nêviyê rê bê taqet mam,
Gazî dikim nade alan,
Encax bi te wê bê gulan,
Tu were were were

Li qirava emrekî şikestî,
Ji bo nîsanê tu buyî hêvî ,
Çava diçe û min dihêlî?
Wa nabe nabe nabe

Ger tu jî nebe sebra min,
Gul û Kulîlka baxê min,
Wê zivistan be havîna min,
Tim sar e sar e sar e

Dişewitîne êşa kevnar,
Dibe şewta dojehek sar,
Min re dinale kevr û dar,
Ha were were were
Hawar e were were

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?