Mem Ararat - Hawara Kobanê
wêneyê hunermendî:ê 230 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Hawara Kobanê

Hespê kekê min boz e
Hoy eman hoy eman
Hespê xwişka min boz e
Hoy emana xwedê

Hidut hidud dibeze
Hoy eman hoy eman
Hidut hidud dibeze
Hoy emana xwedê

Ev doza çi xweş doz e
Hoy eman hoy eman
Ev doza çi xweş doz e
Hoy emana xwedê

Ev hêza çi xweş hêz e
Hoy eman hoy eman
Ev hêza çi xweş hêz e
Hoy emana xwedê

Hespê kekê min şê ye
Hoy eman hoy eman
Hespê xwişka min şê ye
Hoy emana xwedê

Ew lawê Kobanê ye
Hoy eman hoy eman
Ew keça Kobanê ye
Hoy emana xwedê

Bakur Başûr li pê ye
Hoy eman hoy eman
Hêza welat li pê ye
Hoy emana xwedê

Xwîn bûye qirêjeke reş ji çar hêlên cîhanê
Gazînek hat, got; diêşe birînek li Kobanê

Keç û xort kom bûn çarhêla mil dayê vê dîlanê
Li benda mirinek zû bû ew neyarê li Enqerê

Ew bîhneke ji pola ye Kobanê nayê xwarê
Kobanê nayê xwarê
Kobanê nayê xwarê



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?