Mem Ararat - Hêvî
wêneyê hunermendî:ê 194 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Hêvî

Roj çûbûyî li berava
Gihîşt warê xeyala
Diçe ji vê dinyayê
Diçe warê deryaya
Diçe û wenda dibe…

Dizanim tu yê were,
Tu yê were carek din,
Careke din ji boy min.

Ji min re hêviya bîne îroj.
Bîne jiyaneke nû,
Bila evîn bihev be,
Û baweriya hebûnê,
Rengê her roj nûbûnê.

Her yeni gün doğumunda.
Ger tu vana neyînî,
Tu yê tu caran neyê,
Neyê neyê naxwazim.

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?