Mem Ararat - Hêviya Warekî
wêneyê hunermendî:ê 189 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Hêviya Warekî

Dîsa ew êşên kevnar
Ji min re bûne war
Li ber dara zeytûnê, min dil kiriye ar

Ew ê bê, wê hilê stêrka sibê
Ew ê bê, ew ê bê mizgîna xêrê

Li rex min guleke nû
Wa vebû, dil daye dû
Ew ê bê, bi tovên kedê
Bîna azadiyê jê tê, bîna evînê

Ew ê bê, ew ê bê, dixwazim, wê bê
Ew ê bê, ew ê bê, ranazim, wê bê

Dirêj dibe ev şiverê
Di rê de bûn, li lingê me tên
Belav bûye xewa şeve
Bîna stêrkan jê tê, bîna çirûskê

Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?