Mem Ararat - Ji Êvareke Amedê
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Ji Êvareke Amedê

ji êvareke Amedê gazî dikim ne kesekî
di devê min de gotinên straneke dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e, çi bû navê min?

birînek çavtirsandî me, nikarim xwîn bibim
ditewe rasteqînî li kulmika demê
hêdî hêdî kevirek im li vê ber êvarê
hemû al ji jor de li min dinêrin
û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.

şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim
di bêrika min de nasnameyek dişibe çêreke negotî
aş nabe kela ji nû ve hezkirinê
û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê
gelo dibe ku yê mirî ez bim?

li êvareke dişibe esrî, diponijim
heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê
li deriyê Mêrdîn qîzên biskrihan gûzan belav dikin
li jêr hişê min fîke-fîka bayê
hemû neqeb şîreta terikandina vî warî dikin
dema qismet belav bû di xew de bûm
min gelek zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
Û di berîka min de nasnameyek xerîbîyê tîne bîra mirov
ez ne darek kizwanê bim, gelo çi me?

tenêtî sosret e li ber hêt
li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike
li ber serê xewherimîyan teqe reqa alavên şikestî
nizanim kîjan lampe ma ku li ber wê çîrokek ne xuluqî
li kîjan quncikê toz bi ser serê min neket
ev demek dirêj e xwe ji stranekê nas dikim
navê min î rastîn di şikeftekê de veşartî
û tama devê min dişibe hilmek cixareya li xurînîyê a rijî.

li êvareke amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê
a niha li hember xuşîna şetên Diyarbekir
Li berqefka bircan şalekî didirûm, ji kils û hecerê
di bêrîka wî şalî de nasnameyek
suretê li ser bi min re dikene
ax ev ken çiqas jî dişibe min!

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?