Mem Ararat - Rêwî
wêneyê hunermendî:ê 164 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Rêwî

Li xwe digere rê, yekî ne ji vir
Mîna teyra ba dibe li dora xwe
Go: ne ji vir im, ne jî çi tu wara min
Lê dîsa jî digerim li dora xwe
Lê dîsa jî digerim li xewna xwe

Li deşt û li çiyayan li zozanan
Li gund û li bajaran lê lê lê

Ji sitêrkan gerîn ne hêsan e lê
Stêrkên dibişirin dişibe çavên wê
Rêwî go stêrkê: tu stêrkê kê yî
Rêwî go stêrkê: tu çavê kê yî
Stêrk tenê lerizî û geriya şeva xwe
Stêrk tenê lerizî û geriya dora xwe

Li deşt û li çiyayan li zozanan
Li gund û li bajaran lê lê lê

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?