Mem Ararat - Zîz
wêneyê hunermendî:ê 250 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Zîz

Çi bû çi nebû, wa êşek nû bû
Kevnar bû, ji kevnarên herî berê
Wa xemên min, pêre ar, pêre har bûn
Bênav bû
Bêyî zar û ziman bû
Nas bû, lê dîsa jî ew wenda bû
Ez nexşeyek lal im, dibilînim, dinalim
Li havînekê kerr im, zîz im, lal im
Westiyayî û bêhal im
Malwêranek im, xewnekê dibînim
û li ber bayê dinyayekê dilerizînim
Nepirsin vê sibehê, navê êşa min Sozdar e.

Kom bû, bû derya, mezin bû şax veda
Bûye ar, bûye serma, zivistan
Wa xemên min li bexçe tov vedan, alan dan
Ji tavê ew, ew bê par ma
Lal ma, ji tavê ew, ew bêpar ma
Gotin koçerek mirî xewnekê dibîne
Û li ser axa sar xeman dipeyivîne
Dibêje û dibîlîne
Malwêranek im ez, destê min vala ma
Bûme hevalê bayê êvaran, mêvanê mêvanan
Nepirsin vê sibehê, navê hişbûna min Sozdar ma...

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?