Memê Xido - Eyşanê
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memê Xido - Eyşanê

E lê Eyşan, çemê biniya mala me da haye hay, hayê hay wa li her e,
Şên û şênûskê Eyşana şe sûretê sorda lê lune pire,
Heyfa mi lê tê bi çavê belek dêmê gulî aniya gever,
Ti ser devara mera paşîn berê xwe daye ser suretê sor î wey gilover e,
Medet Eyşanê, medet Eyşanê, Eyşanê gula xortanê hu.
Eyşanê kiras teze ye he he he he mizer kole,
Eyşanê minê xwe ra digere lê wale wale,
Eyşanê go ezîza duderanî, bavê neqe li qerarî xwe poşman e,
Tu were paşî navê zewacê wê xwe bike tolê.
Ê lê Eyşanê vê sibê çima ber çevê mi dûman e,
Qersê wirda Qaxizman e,
Sing û berê Eyşana min sor e mîna madanê te zêran e.
Eyşê go Ezîzo, tu dêran bî, bavê mi qewl û qerarê xwe poşman e,
Sibê berê berbangê, wê mi bide kezîzerê lo wê celaliyan e,
Medet Eyşanê lo Eyşanê lê.
Lê lê Eyşanê mehrûmê, wezê nêrim nale dosta mi Eyşan e,
Ezê qaske jê ra ketêm kêf henek laqirdiyan e,
Nizam bextê mi bû te lê bi morî mircanê zerda lê tev qetiyane.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?