Memê Xido - Mem û Zîn
wêneyê hunermendî:ê 49 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memê Xido - Mem û Zîn

Oy oy oy oy oy Zînê go Memo malik şewitiyo çewa ew nîn e,
Şahî hatiye xema min û te nîn e,
Wez ê mîro berdim ne xwey malan e, oy oy oy.
Memê go Zînê, malik şewitiyê, tu nehatiyî mi berdî,
Tu hatiyî ez te em meraqa dilê mi xeberdin,
Ema tu hatî qalibê şîrê ruhe mi jî derizî wîwî.
Wê sibê çima Zînê go dilê mi kul e jê bi birîn e,
Memê malşewitî, gava malê şiyandibû xulam û xizmetkara,
Îro çavê mi qerimiye li riya te û bavo, ay.
Mîr Sêvdîn go xwezil Memê Alan bahata kirînê,
Min ê bida mal halê dinyalika dinê, xezne û defînê Medînê,
Min ê Memê Alan vegeranda sew xatirê hêstirê xatûna Zînê.
Oy oy oy oy oy gava Zîn xatûnê sitevê wele kildînê,
Hêstira ser dêmê gulî da hûrik hûrik dibarîne,
Dibê perî xwişkê xêra Memê Alan êdî me ra tu nîn e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?