Memê Xido - Sira Qelenîyê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memê Xido - Sira Qelenîyê

Lo lo lo lo û lo loy lo lo oy lo lo lo lo loy lo lo lo lo loy lo,
Keko, ezê sira Qeleniyê nêrim, dilê mi ra sireke sar e,
Çixara destê kekê mi qertela Xwedê şêlaz e, taxima serî karîbar e,
Êvar da kekê mi ketiye nava Hiseyn Begê Takorî da,
Dike nake destê tenê bibe şêrê Elî pê nikare,
Lo lo lo lo lo kekê mi lo lo.
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî dinêrim,
Qendan û li bendan, gulekê kekê mi dane,
Wez dêranê, wê şikênandine lûlekê her du zenda,
Ez ê neketime derdê kekê xwe qertela Xwedê, şevê dinê çima,
Go keçik şandine sera nêrîna ser sozbenda,
Loy loy berdê kekê mi berdê, bavê mi berdê lo.
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî nêrim, dilê mi ra wê bi sûs e,
Tivinga milê kekê mi qertela Xwedê walmasta rast e, mil da diçurise,
Ezê neketime derdê kuştina kekê xwe qertela Xwedê şevê dinê,
Konê bavê mi da naşixule ne çira ne çirûse, lo lo lo lo kela reş tê lo lo.
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî nêrim dilê mi ra wê giya şîn e,
De bira mala Hisêyn Begê Takorî ne xana Xwedê be,
Mîna teviya teyro kêgula ser kekê mi da direşîne,
Derê mala birîna kekê mi pir xedar e, wada gele me dêşîne,
Loy lo loy loy kekê min berdê, bavê min berdê lo.
Lo lo loy lo keko wezê nêrim Qeleniyê berfekê bariye kiriye hêk e,
Kesekê tune orta kekê mi Huseyn Begê Takorî çêke,
Weskerekî mîma şewitî zor î zef î pir î wa giran e bavo,
Tirsa mi wê tirsê ye destê zorê şev şevekê ser kekê mi da bigire,
Serê erz û eyalan jêkin,
Lo lo lo lo lo kekê mi lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?