Memoyê Silo - Cînar Canê
wêneyê hunermendî:ê 19 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Cînar Canê

Oy oy oy cînar canê,
Emrê mino ji te ra divêm bihar e, oy oy oy, xweş bihar e oy,
Teres canê go çay nazik î, çay delal e oy oy, çay kubar e,
A de divê kî salix solixê cînar cana minê dike,
Wele navê Xwedê yeke bejnbilind e, çavbelek e, lo kofîxwar e, oy oy,
Were lo lo, were lê lê, cînar canê.
Oy oy oy emrê mino,
Ji te ra divêm paşî biharê havîn e hayê, xweş havîn e oy oy,
A de divê çay nazik î, çay delal e oy oy, çay şîrîn e, oy oy ax,
Erê divê kî orta min û cînar cana minê, xeberdide,
Bira xêrê nefsa canê xwe nevîne,
Were lo lo, were lê lê cînarcanê.
Oy oy oy emrê mino,
Ji te ra divêm paşî havînê payîz e, oy oy, xweş payîz e,
Teres canê divê çay nazik î, çay delal e oy oy, çay ezîz e,
Ax de divê kî orta min û cînar cana min xeberdida,
Gundî malîno wele navê Xwedê ne layîq e, ne babat e, ne cayîz e,
Were lo lo, were lê lê, cînar canê.
Oy oy oy emrê mino,
Ji te ra divêm, gundî malîno, zivistan e oy oy, xweş zivistan e oy oy oy,
Herê divê sibê da berfê deşta Rewanê girtiye,
Mêrg û zevî, deşt û zozan ber bestan e,
Were lo lo, were lê lê cînar canê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?