Memoyê Silo - Were Têlî
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Were Têlî

Hî bê were Têlî oy oy oy, Têlîcanê biçûkê nezanê fen î fêlê oy oy ax,
A de divê kurmalê şevên çîya rê dirêj e xewa mi tê,
Çira qonakê hinek laqirdiya tu nayê lê,
Têlîcanê oy oy, de divê îşev şev e olê dilê min û ji te ra şev şidî tê oy oy oy,
Kurmalcanê divê guhêra pezê gede lawikê mam herî tê.
Wê bê Têlî oy oy oy, kumralê divê îşev êvar da me derketiye stêra xul e,
A de divê delalê, îşev êvar da me derketiye stêra xul e,
Şewqê daye dor mezelê Şêx Resûl e,
Gidîno de divê xwînê mi ser mala bavê te hene wayê,
De dikanê ramûsanekê bide min e,
Wele navê Xwedê pêşe bûna mi qebûl e.
Wey bê Têlîcanê oy oy oy,
Wî îşev êvar da stêra dilê min û ji te ra xwe daye van ezmana, oy oy ay,
Hî wê delalê şewqê daye mal mejerê wan surmana,
De tu were gidîno bala xwe bidinê lo,
Wezê îşev êvar da çûme xwazgîniyê Têliya dilê xwe ye,
Erê dibê siyaye ceme, îşev êvar da bextê min û ji te ra di zêde ye.
Wê Têlîcanê çemê Orbeçayê têye dilê min û ji te ra lemelem e oy oy oy,
Delalê divê çemê Orbeçayê têye dilê min û ji te ra lemelem e,
Singê te kitêb e, zarê te ji mi ra qelem e,
Birînê Têlî delalê xelqê temam xwînê şûran û va qeman e,
Erê divê birînê min evdalê Xwedê dêşe, birîn diqilqile,
Minê bihîstiye tilî pêçiyê te melhem e,
De tu were tilî pêçiyê xwe bive bide ser devê birînê min e,
Bira Xudan bêje lo kûr menvle.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?