Merzîye Ferîqî - Bellên Bide
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Merzîye Ferîqî - Bellên Bide

Bellên bide,
Ke tarîkîm bo ranexeyt
Bellên bide,
Ke şexte bend nakeyte ber pêm
Minîş bellênit pê dedem
Dan be rabirdûma binêm
Pêş çawî to
Le perdaxî wenewşeyî
Çawî tirim pêk helldawe
Pêş namey to,
Qijî gelêk namey tirim dahênawe
Pêş singî to,
Zor singî tir çepke gullî,
Tezuwî suryan
Bo çinîwim
Pêş jiwanî to,
Zor jiwanî tir rêgay dûryan pê birîwim
Şa’rêk bûm,
Gerûy wişkim
Be dway qumêk awa wêl bû
Bo baranî her asmanêk nuştamewe,
Awî lêl bû
Ger etewê,
Xwênî demarî ş’rm bît,
Dastanêk bît bê kotayî,
Ger etewê,
Xoşewîstît
Be dway danêt, maçî zerdî malawayî
Bellên bide,
Henasem bît, sêberim bît, baranim bît
Taku minîş şanoy konim cê bihêllim demamkî rûm firê bidem,
Dû ballî pirr xoşewîstîm
Le gerdinit girê dem

Ebdulla peşêw
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?