Mesut - Çawa Tu Herî
wêneyê hunermendî:ê 110 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mesut - Çawa Tu Herî

Çawa tu herî min li vir bihêlî
Ji kî re girêdim vê xeml û xêlî
Kî re bikenim dil ji kî re vekim
Bêjim kî lo lo kî bêjim de lê lê

Gula sorgul î ber bêhna minî
Evîn û eşqa te ez kirim dînî
Dinya bê te qet li min ne xweş e
Carekî jî were tu li min bibînî

Dilê min bi te ra, jîyana te me
Carek nebînim wek ez tune me
Rihê me yek e, ez perçek ji te me
Gava tu bêjî can bêjim belê lê

Çawa tu herî min li vir bihêlî
Ji kî re girêdim vê xeml û xêlî
Kî re bikenim dil ji kî re vekim
Kî re bêjim lo kî ji min re bê lê lê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î