Miço Kendeş - Çi Dar e
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Çi Dar e

Çi dar e ji darê hewrê lêw
Leylo Leyla min
Çi dar e ji darê hewrê lêw
Tew tew mala min
Hostan bînin ji Sewrê lêw
Leylo Leyla min
Hostan bînin ji Sewrê lêw
Tew tew mala min
Çêkin textekî gewrê lêw
Leylo Leyla min
Çêkin textekî gewrê lêw
Tew tew mala min

Çi dar e ji darê lokê lêw
Leylo Leyla min
Çi dar e ji darê lokê lêw
Tew tew mala min
Hostan bînin ji Duhokê lêw
Leylo Leyla min
Hostan bînin ji Duhokê lêw
Tew tew mala min
Çêkin textekî bûkê lêw
Leylo Leyla min
Çêkin textekî bûkê lêw
Tew tew mala min

Çi dar e ji darê gozê lêw
Leylo Leyla min
Çi dar e ji darê gozê lê
Tew tew mala min
Hostan bînin ji Bedlîsê lêw
Leylo Leyla min
Hostan bînin ji Bedlîsê lêw
Tew tew mala min
Çêkin textekî qîzê lêw
Leylo Leyla min
Çêkin textekî qîzê lêw
Tew tew mala min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?