Miço Kendeş - Edûlê
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Edûlê

Lê lê Edûlê, dere mi' go:
Roja me nêzik e, hayê hayê
Ne dûr e!
Ma ne şewq û cemala xwe daye Cizîra botan
Qubleta resûl e
De tu were
Ramûsanekê ser can û cesedê min
Evdalê xwedê de berde
Ne di qewlê mêran û mêrxasan
Ramûsan qebûl e
Lê lê Edûlê, mi' go':
Wezê bi çepilê Edûla xwe bigirim birevînim
Wemê xwe bavêjin bextê Mihemed paşa
Paşakî bi dil e
Wemê bi rojana bikine rev û nêçîrê
Wemê bi êvaran dadine arekî daran
Wemê bibîsine dengê şalûla bilbilan
Edûlê...!
Gotî: nabê, nabê...
Lo lawo nabê, şêrîno nabê
Ew bî ramûsana te bî
Ser henarokê rûyê min
Evdala xwedê qebûl nabê
Bera ava Feratê, Dijlayê
Sabûna Helebê, Himisê, Hemayê
Gî bi ser da bê!!
Dewsa ramûsana te bê
Ji ser henarokê rûyê min ranabê
Lo lo, lo ho lo
De ha ha hay...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?