Miço Kendeş - Eyşana Elî
wêneyê hunermendî:ê 213 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Eyşana Elî

Lê lê lê way ay ay ay
Lê lê lê wayê lê lê lê wayê
Lê lê lê lê way lê lê lê wayê
Eyşanê lê wayê!
Kamilê lê wayê!
Tenikê lê wayê!
Guloverê lê wayê!
Nazik û nazdarê lê lê way
Lê lê lê wayê...
Memikên Eyshana Elî..
Mîna sêvê Elî Paşa ye, xelkîno!
Hoy hoy hoy..de hoo..
Hezîno hoy hoy hoy dilo

Eyşanê...
Lê lê lê lê way..lê lê lê wayê
Kirasekî li ber bejn û bala Eyşana Elî ye; Dest xuya dikê
Lo lo xelkîno!
Kirasekî
Kitan e, sor e
Mebrûm e, meles e
Tenik e, li ber bejin û bala xwe neke
Malxirabê!
Di nava wî xopanê gundê me re neçe û nêyo
Herkî sewda li gundê me zehf in
Û kirasê vê malxirabê jî tenik e
Tirsa min e xuya bike serê cot memikê
Ramûsana Eyşana Elî xweştir e ji
ramûsana bîst û pênc e pênc e pênc e
De hoy
Bîst û pêncî nava keçikan
Wela de rabin, de rabin, de rabin
Li piştî min û Eyşana Elî
Çar malo, honiko
Şewitiyo gundo

Rabim tembûrekê ji Eyşana xwe re çêkim çardeh perdan, hoy gundîno
Li beyana sibê
Li hemberî Eyşana Elî rûnim
W'ez ê tilîkê xwe jê re lê bidim
Perdakê ji xeman
Dîsa na, yekê ji xetran
Yekê ji şeklan
Yekê ji kulan
Yekê ji mereqan
Gelê aşiqan!
Yekê ji xeman
Yekê ji xetran
Xwezîka hakimekî adil
Li Heramê gundê min û Eyşana malxirab rabiya, gundîno lo!
Li ber malê ho!
Hakimekî adil
Li Heramê gundê min û Eyşana malxirab rabiya
Bi çepelê jina qenc bigirita
Ji teresê, kotiyê mêrê xerab berda
Berda..hoo..de hooy
Wella Her yekî Eyşana Elî dîtî
Ew ji herdu çavên xwe kor nabê

Sîng û ber û bedenê Eyşana Elî
Mîna berfa çîyayê Meletgirê
Sîng û ber û bedenê Eyşana Elî
Way gundîno..
Mîna berfa çîyakî Meletgirê
Bi şevê çima barî, barî
Lo lo silo sirgûno
Bi şevê çima barî, barî
Li beyana sibê, zeraqa tavê sîngê Eyşanê dayê
Eman..eman..
Here mere were
Mere here were
Were here mere.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?