Miço Kendeş - Metran Îsa
wêneyê hunermendî:ê 172 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Metran Îsa

meyremê dibê:
elîyo sibe ye, gelo min go wa ye çi sibeka bi xêr û bêr e
rabe qeyîk û gemiyê metran îsa gelo li hev girêde
emê îro xwe bavêjin tor û bextê metran îsa lo di dêrê de
heyla delîl li min û li vî metranî, li vî hogiçî ax lo li vî beranî
bila ji diya metranê dêra axtermanê pê tir nebêje
min çok da erdê ji xwe re kurek anî
metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê xwe deranî

elî dibê:
meyremê sibe ye gelo wa ye min got
dîsa çi sibeka bi xêr û bêr e
minê rabûye qeyîk û gemiyê metran îsa temamî
kar kir lo li hev girêda
eliyê qolaxasî rabû bi destê meyrema file,
le qîza ke e, bûka sarkîs
dostika waliyê wanê girtî lo mîro ji xwe re lo revandiye
minê xwe li xwedê û li nav û dengê
metranê dêra axtermanê xwe girtiye
qesta dêra axtermanê kiriye
heylo delîl delîl tew lo lo dilo
heyla delîl lo li vî metranî
bila ji diya metranê dêra axtermanê pê tir nebêje
min çok da erdê ji xwe ree lo kurek anî
metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî
nav û dengê lo xwe deranî
erê dibê sibe ye gelo va ye fecir lê da çi sibeka zû ye
metran îsa rabûye qesta dêra axtermanê kiriye
belê, bala xwe dayê ko kesekî li binê dêra axtermanê sekiniye

erê metran îsa dibê:
kuro, eva vê nîvê şevê ka bêjê çî karê te li binê
dêra axtermanê li vir çi ye ?

eliyê qolaxasî dibê:
metrano, ez çi bikim îro filetî ye
minê rabûye bi destê meyrema file, qîza keşe, bûka sarkîs,
dostika waliyê wanê girtî ji xwe re lo min revandiye
minê xwe li xwedê û li nav û dengê metranê
dêra axtermanê xwe girtiye
eger îro tuyê meyrema file li min mar bikî
li ser dînê muhemmed
sed aferîn dîsa ji nav û dengê te re
heger tu mar nekî ezê qebûl bikim dînê lo metran îsa
heyla delîl delîl lo li vî metranî
metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî
nav û dengê lo xwe deranî
camêrî û mêrxasiya metran îsa...

metran îsai gotiye:
eliyo lo wez wiha nakim
ez vê yekê li dinyayê qebûl nakim
wele nav û dengê dêra axtermanê kevin e,
mezin e, ez xirab nakim
ez vê serê di nava dînê muhemmed de qet rast nakim
ez ji boyî xatirê kevnejinekê dînê muhemmed
li ber tu dîna zelûl nakim
lawo, ezê îro gazî meleyek û du heb feqiya kim
ezê bi qewlê xwedê, bi hedîsa resûlallah bînim
meyrema file lo li te mar kim
heylo delîl delîl tew lo lo dilo
heyla delîl l lo li vî metranî
metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî
nav û dengê lo xwe deranî

walî dibê:
kaxizekî ji metran îsa re bi rê kiriye
: mêtrano dîsa lo bi min dîs
min dît du kevok ji selîsa fir dan hatin dêra axtermanê
li cem metran îsa
heger tu wan her du kevokan bigirî bi eyînî
ezê bidime te bi qederê hezar kîsa
heger ko tu negirî, ne eyînî
ezê bikim kevir û kuçikên dêra axtermanê
bi ser serê te de lo werin xwarê
heylo delîl delîl tew lo dilo
heyla delîl li vî metranî
metran îsa li binê dêra axtermanê ji xwe re lo kemîn danî
metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî
nav û dengê lo xwe deranî
dotira rojê elî zava ye,
meyrem bûk e...

metran dibêje :
waliyo, lawo lo ez metran im,
ez kekê bedran, henan û yewnan im
ezê bi kumê metraniyê bigirim li erdê xim
ezê la a sawî dêra axtermanê rakim
lawo sibê lad e, wê file bikevin, biki in sûkan û çarçiyan e
wele sibe vî çaxî elî zava ye, lo ax meyrem bûk e
haylo delîl li min û li vî metranî
li vî hogiçiyî li vî beranî
ji diya metranê dêra axtermanê pê tir
bila nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî
metran îsa ji wî zemanî heya vî zemanî,
nav û dengê xwe deranî
metran îsa li qarşiyê walîyê wanê,
di binê dêra axtermanê hêja şerek danî
heyla delîl lo li vî metranî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?