Miço Kendeş - Narînê
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Narînê

Narînê, narê, nayê
Sîng berfa li Serhedayê
Medhê te çûye Bexdayê
Ji xeyrî Narînê min navê
Dê were, Narîn were were
Te sîng penîrê zer e
Min dest dabû li ser e
Min hezkiriye ji xwe re
Dê were, Narîn were were
Te sîng penîrê zer e
Min dest dabû li ser e
Min hezkiriye ji xwe re

Narîn dît û li ber avê
Çek şûştin, dane ber tavê
Narîn dît û li ber avê
Çek şûştin, dane ber tavê
Kela dilê min gihîşt navê
Ma kê kon bi Narîn nabê
Dê were, Narîn were were
Te sîng penîrê zer e
Min dest dabû li ser e
Min hezkiriye ji xwe re

Narînê keça xanî
Xemilî, şox û dîlan î
Lê kir tav, yek baranê
Narîn xwe bi her da eywanî
Dê were, Narîn were were
Te sîng penîrê zer e
Min dest dabû li ser e
Min hezkiriye ji xwe re.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?