wêneyê hunermendî:ê 219 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Arif Cizîrî & Eyşe Şan - Bêrîvanê

Taca serê bêrîvana mi zêrîn e oy oy,
Gelî xelqîno, taca serê bêrîvana mi zêrîn e,
Sing û berê bedenê bêrîvana mi bî çil û çar kanî ne Bêrîvanê,
Hingî temaşe dikim xelqîno,
Devê xwe têxime kanîka navê, hemî sing û berê bedenî Bêrîvana mi bî,
Ez ê dikim nakim şevê heta danikê sibê têhna dilê mi naşikîne,
Bêrîvanê, torîvanê, ez mêvanê, Bêrîvanê,
Hemî taca serê Bêrîvana mi zêrîn e Xwedêyo.
Zozanê Melepanê bîst û sê ne,
Li ser da mêrg û çîmen in, li ber da kanîkê avê lê ne, hoy hoy hoy hoy oy oy,
Li ser da mêrg û çîmen in, li berda bele çi û çi ne,
Ez ê bêm kanîkê avê lê ne,
Eşq û hebiya xelq û alema li dinya wî dûr û gelazin Eyşe Şan in,
Belê ya min û keleşyarê ne nêzik e, ne dûr e,
Ez ê bêm û belê mal bi malê ne,
Ho o oy, ho o oy, yo o o, de hê hê hê, ho yo yo, ho yo yo oy de hoy hoy oy
hoy zozanî ye.
Keçê bêrîvanê, malxirabê, ez bextê te me, tu ketî li bextê Xwedê de,
Tu bi tenê neçe bêrîka danê miya bêrîvanê,
Şivano bêrîvanê gotî ge mi neke domekî heneka û laqirdiyan,
Şivanî jê ra gotî, hêcetê we qîzikan e yê bêrîvanan e, yê pêriyan e yê jinikan e,
Heke dayika te go, bavê te go, tu bû çî cîka ji bêrîkê nehatî,
Bêje yadê bavo, bi rê ve meşka mi qetiya, şîrê mi rijiya,
Bêrîvanê, torîvanê, ez mêvanê, bêrîvanê.
Zozanê mala bavê bêrîvana min bi kereng e,
Ewrekî raserî mala bavê bêrîvanê tê bi ewrê eşqê bî, yê evîniyê bî, yê malxirabînê bî,
Şivano devê xwe ji gerdena mi ber de, qezî ye li min dereng e,
Bêrîvanê, torîvanê, ev mêvanê, Bêrîvanê,
Hemî taca sere bêrîvana mi zêrîn e.
Wê ji hemamê derketî cot wey li min wey li min,
Wê ji hemamê derketî cot wey li min, memiksêv.
Yekî bûye kêvî digot, wey li min wey li min,
Yekî bûye kêvî digot, wey li min, memiksêv.
Ewiya biçûk cergê mi sot, wey li min wey li min,
Ewiya biçûk cergê mi sot, wey li min, memiksêv.
Wê ji hemamê derketî çar, wey li min wey li min.
Keçik divê dev her û zar, wey li min wey li min.
Wê ji hemamê derketiye, wey li min wey li min,
Wê ji hemamê derketiye, wey li min, memiksêv.
Bi xêlî û bi poşî ye, wey li min, wey li min.
Cergê min jî ew sotiye, wey li min wey li min,
Cergê min jî nû sotiye, wey li min, memik sêv.
Eman eman koçerê.
Tu bi qolana kemberê.
Xwezika mêrê te bimire.
Heft xwezî bi çaxê berê,
Lê eman eman eman eman eman koçerê.
Mi dî li gir fitilî,
Te dî li gir fitilî,
Eynik danî xemilî.
Xwezila mi yara xwe bidîta,
Xweziya mi dosta xwe bidîta,
Li ser bextê ewilî.
Lê eman eman eman eman eman koçerê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?