wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Arif Cizîrî - Kinê

Navê te şêrîn e li vê dinyayê kinê kinê
Ez bi serê te kim dil nadim hildim
Yaman, yaman, yaman, yaman
Navê te li nav alemê şêrîn e
Dil nadimê hildim
Ez mecbûrim biçim bajara
Ji te re bigerime oy, oy, oy, oy kinê
Ez mecbûrim biçim bajara bigerime
Bajarê Humusê, Hemayê
Kemereke ji zêr û zîvî ji yakûta
Ji zemrûda ji malê dinyayê
Ji kina xwe re bînim yeman yeman...
Da biçî seyrana govenda, ser û bana ser seqrana
Wî kirasê melesî kitanişta lolo biqetînim, yaman yaman yaman
Lolo xelkîno, li min û kina min bûrîn qehr û sal û zeman

Pa kinê yek dî heye
Dê bo te bêjim ji derdê te ye
Sed pezê mala bavê min hebin
Hemî pezê sor in, hemî li ber beranî
Hemî ji derdê te ye kinê
Ez mecbûrim bo te bibên
Şînka siltanî bifroşim, bi xeşîmî bi nezanî lê lê lê lê bi erzanî
Yaman, yaman, yaman, yaman
Ezê bifroşim wî pezî bi xeşîmî, bi nezanî, bi erzanî
Wele min dabî kil û kildan
Min ji kina xwe re anî

Kinê got: Qelso ji malê qelsana lo bêje
Evînîka min û te ne ser malê dinyayê, ne ser zêr û zebera
Ne jî qîmeta malê dinyayê pera ez zanime

Sed pezê mala bavê te hebî ber beranî
Te deibî ji kil û kildan
Ez bi serê te kim
Te têra çavê min yê çepî neanî yaman yaman yaman
Gelî xelkîno, serhatîno, gelî guhdarno
Gelek fêm kir û kêr nikir wele dîsana
Yahid bê lê bê kina bêfêlê kinê dibêjî
Te têra çavê min yê çepê neanî?
Çunkî muhbeta min û te re banê dinyayê

Gotin û Muzîk: Mihemed Arif Cizîrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?