Mihemed Mamilê - Ciwanê Giyan
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Mamilê - Ciwanê Giyan

Emin dem gut le diniya tabimênim
Leber kes esteme serdanewênim
Keçî êste ledawî biskî toda
Giriftarim gullim mû napsênim

Ciwanê giyan bo wat lê kirdim
Be qisey xellkît le gell kirdim
Ya xiwa bedkar bê be pirdim
Çi qisey başit bo nekirdim

Jiyanim pirr le renc û namuradî
Behellkewtîş nehatim tuşî şadî
Dillim hênd tenge cêy to debê wibes
Etoş mexkumî xepsî ênifradî

(Nakarat)

Qerarbû bêyt legell xot şadî bênî
Nehatî gerçî pêt dabûm bellênî
Le naw kurda nebû peyman şikandin
Le kiwê fêr buy gullm peyman şikandin

(Nakarat)

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit be yadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gullî min
Şika asundegî tawllî muradim

(Nakarat)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?