Mihemed Mamilê - Hewarî Xalî
wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Mamilê - Hewarî Xalî

Ciwanî balaw û dim û çaw
Behrey ta ser lîmokew
Hezar çaw ciwan qed barîk
hatbûm bibme awalî
Kewtûne çalî tarîk
kewtme hewarî xalî

Ey dile rencero bî
Her wekû rencero bûy
Wey pêm wabû to dostî
hatbûm bibme awalî
Dostêkî serbexo bûy
kewtme hewarî xalî

Lêm mepirsin lêm gerên
Be diway min da megerên
Ême çawman lewî bû
hatbûm bibme awalî
Ew çawî wa le derên
kewtme hewarî xalî

Behar royî gul nema
Şadî bo bulbul nema
Berg û neway dil gheme
hatbûm bibme awalî
Be cêy hêştîn nemzanî
kewtme hewarî xalî

Bo detfermû bo to nabim
Çonî to defermûy wa bim
Kewtbûme bendîxanê
hatbûm bibme awalî
Be yadî towe mabûm
kewtme hewarî xalî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?