Mihemed Şêxo - Agirê Derdê Te Îro Sotime
wêneyê hunermendî:ê 1992 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Agirê Derdê Te Îro Sotime

Agirê derdê te îro sotime wek piperîk
Awiren wan herdû çavan dil vekirne sed birîn
Sed derî dadan li ber min ta ku nefhêm dilberê
Qet min nikarî bû vekim ez li ber xwe yek derîk
Min di destê gulfiroşan dî gulek rûgeş biken
Mal û can da bihayê, sorgula geş bê şirîk
Min nizanî ku li hawêr wê hene xar û kelem
Bûye çil sal ku bi wî xarîve ez mayim xerîk
Min dixwest ez bîn bikim wê sorgula nazdar û geş
Lê ji destê min revandî sorgula min ser serîk
Şîrove
logo
Evîn 05-12-2022 10:22:27
Payîze ew dema çu Ber zivistan derd giran bu Çendî bihar wĕ derbas bu Çendî havîn wĕ derbas bu

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?