Mihemed Şêxo - Ay Gewrê
wêneyê hunermendî:ê 1326 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ay Gewrê

Carekê min ji xwe re dit gewrek
Çavê wê reş û belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hez kirî gelek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Hat bîra min birh û çaw
Lêv û diranê li hev
Bejn û bala teyê zirav
Porê tarî weke şev
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rihek bûn canek
Tu car gewrê ji bîr nakim
Ji niha û sed û salek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Nesîbê me tev rabû
Ne b?destê min û te bû
Xêrnexwaza em dûr xistin
Lê dilê min li cem te bu
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Binêr li min û vî halî
Ji eşq û xema ez dihelim
Wextê çawêmin li te ket
Keser xwe ser da alî
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Helbest: Kemal Şanbaz
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?