Mihemed Şêxo - Ay Lê Gulê
wêneyê hunermendî:ê 1250 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ay Lê Gulê

ay lê gulê gula minê
şêrîna l?ber dilê minê
gulê nadim malê dinê
ez ser gulê têm kuştinê

gulê kesk û sor û zer e
nîşana alê li ser e
êdî reng sipî û gewher e
şêrîn û peymana minê

rengê te yê pir delalî
bilbil li ser te dinalî
te nebînim bi vî halî
armanc û kedera min î

zordar dibê ez gul nadim
ezê zend û benda badim
ezê lê gilh û seradim
azad bibî b?şorşa minê

bi xudê ez pismamê te me
bi sûnd pesindarê te me
ser ceng û hewarê te me
qelenê te ji xwîna minê

Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?