Mihemed Şêxo - Bilind e Bejn û Bala Te
wêneyê hunermendî:ê 557 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Bilind e Bejn û Bala Te

Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te esmane
Kitanek reng sipî daye
Serê zozan û sîpane
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweş
Li jêrî te dibînim ez
Buhuşt û bax û bistane
Kirasek etlesên keske
Bi reng rojê roje nexşîne
Li bejna te dibînim xweş
Bi surme û şal û Mitane
Çi reng şêrîne yara min
Şepal û nazik û şûxe
Ferat û Dicle û Xabûr
Bi ser bejnê de berdane
Ji xwîna min tu lêv sorî
Ji bîna min gula corî
Tenê min bazinên zendên
Te zincîrên di lingane

Muzîk: Mihemed Şêxo
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?