Mihemed Şêxo - Cana Min
wêneyê hunermendî:ê 931 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Cana Min

Cana min cana min
Tu yî êş û jana min
Kî zane ez kî me
Bê te çi ye mana min

Hemrîn û delalê
Mehabad û Wana min

Navê te şîrîn e
Dirûv û nîşana min
De mêze çavê reş
Bizav û Semyana min

Newrozê dîrokê
Sîpan û Xelata min
Newrozê dîrokê
Xelat û Sîpana min

Yara dil revandî
Tu yî bêrîvana min
Destê te bernadim
Li ser te fermana min

Xweşmêr im xwenda me
Qada te meydana min

Hevkarî, yekîtî
Rêç û dibistana min
Rizgarî, azadî
Evîn û peymana min

Helgurd im, ez tême
Rabe gulistana min

Gotin: A. Şêp Şal
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove
logo
Berzanî 26-07-2020 05:07:05
Kêmasiya nivîsandinê heye, li dû paşnavbera yekem .
Cana min cana min
Tuwî êş û jana min
Kî zane ez kîme
Bê te çiye mana min

Ez dixwazim hûn li vegerin.
Spas.

logo
Rêveberiya Malperê 27-07-2020 03:46:49
Silav hevalê Berzanî,
Ji bo agahiyê em spasiya te dikin. Me gotinên kêm lê zêde kirin, niha gotinên stranê temam in.
Silav û rêz

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?