Mihemed Şêxo - Deh û Yekê Azar
Gotinên Stranan
Mihemed Şêxo - Deh û Yekê Azar
Deh û yek azar cejna azadîBîst û yekê wê newroz û şadî
Bi xêr bê buhar newroz û adar
Xweş dibî bi wan dilê evîndar
Agirê newroz li girê yare
Hilbû bi şadî mangê adare
Mêzeke îro'li guhê laleş
Rûdêmê keça mîna gula geş
Pêşmergê nebez dara azadî
Avdan bi xwînê bi şad û merdî
Silav her li wan li deşt û çiyan
Xwîna xwe rihtin le boyî jiyan
Qîz û xortên kurd çeleng û çakin
Bi awaz û deng wa tim di bakin
Zengilê jînê newroz vaye hat
Rojek nû hilat pê xweşbû welat
Şîrove