Mihemed Şêxo - Destê Min Bigre
Gotinên Stranan
Mihemed Şêxo - Destê Min Bigre
Destê min bigre pir xweşe cîhanda em derkevin serê van çiyan
gulê ser şaxan tev de va vebûn
ez û tu hîna mane perîşan
destê min bigre tucar bermeda
da em derbaskin bajar û gunda
dostê me pirin livê jîna xweş
lê wek me îro tev mane winda
dema li me hat pêla bayê sar
ji ber wî bayî me bar kir ji war
cîha'n bu tarî co tev miçqîn
şikestin ev gul hêvya evîndar
lê îro buhar mizgîn va anî
ji binê çiya derbûne kanî
ewrê li esman ji hev belabû
Mem û Zîn rabûn ji gora Xanî
Helbest: Ferhadê Îçmo
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove