Mihemed Şêxo - Di Baxan Dil
wêneyê hunermendî:ê 620 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Di Baxan Dil

Di baxan dil berim sorgul
Wekî bilbil dikim meylê
Seher gihan dinalim ez
Eman leylê, eman leylê

Bl nîşanî, bi şêranî
Tilatê rind û xopanî
Li te pîroz beşeyhanî
Bi bejin û key sem û şeylê

Tu leyla ez weke mecnûn
Sitem kir pir li min gerdûn
Xemê di dil, Dicle û Cêhûn
Felek hey lê felek hey lê

Tu şêranî şekiramiz
Bi ken herdem dikî payîz
Tu şêrîna li cem Perwîzî
Me dil Ferhad û sed keylê

Li ser textê evîndara
Nesîhayê ji derdora
Cegerxwîn bûm di dîdara
Te pirsek lê nekir qey lê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?