Mihemed Şêxo - Dîsa Li Min Awir Kişand
wêneyê hunermendî:ê 215 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Dîsa Li Min Awir Kişand

Dîsa li min awir kişand
yarê bi wan çavên belek
birca dilêmin hilweşand
ez kirme nêv çerxa felek

çerxê bi fitl û ger û dor
geh birme jêr geh birme jor
geh ez birim Sîpan û Tor
dunya li min kir wek xelek

zulma dikî kes neke yar
herdem bi qêrîn û hewar
wek leşkerê şahê Teter
kirne li dor xêz û xelek

ser sûte geh arişte dil
geh agirê Zerdeşte dil
derya kelek sergeşte dil
mişt û tijî geşt û gelek

ey dilberê dil gawirê
te ez dame ber yek awirê
canê dilovanî bike
zulmê li Tîrêj meke

Helbest: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?