Mihemed Şêxo - Eman Dilo
wêneyê hunermendî:ê 793 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Eman Dilo

eman dilo eman dilo
ji derdê yarê tim bi kulo
janê eşqê avêt dilo

dil û kezeb tev bûn kulo
yar bû gul û ez bûm bilbilo
(Dîsgotin)

ji nav bexça meşî û bi rê ket
por wek herîr li ber bê ket
canê min ma û dilêm pêket
dil wek tîr ji kevan lê ket
j?serêm çû hiş û aqilo

(Dîsgotin)

ji nav gulan derket meş tê
wek horîya ji nav bihuştê
ji gulan hilm û bêhna xweş tê
ji hêsra hûnarkem bûn şilo

(Dîsgotin)

di ber min re bihurî û dimeşe
yek li ber min kir wek şeş e
li pêş min kir şeva reş e
bûm birîndar û nexweş e
dil û kezeb tev bûn kulo

(Dîsgotin)

Helbest: Mihemed Elî Şakir
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?