Mihemed Şêxo - Erê Şoxê
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Erê Şoxê

Erê şûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê
Ji xwer carek temaşakin
Li vê govend û dîlanê

Ezê çibikim ji govenda
Ji dahol û ji sazbenda
Xem ûderdên mepir kûrin
Ji rengê geliyê Sîpan

Kul û derd û xema bavê
Wer da em biçne ber avê
Go dengê bilbilan guhkin
Di nêv baxêd gulîstanê

Bi şêrê dê bi serê bava
Tu car ez naçim berava
Dilê herdem bi kul bême
Wê çibkê ji bilbilstanê

Tu bi qedrê mishefa reşkî
Bi ro û heyv û ateşkî
Tu guh med gotinê vala
Wer da em biçne meyxanê

Bi xerqa û bendek û laleş
Bi zeradeşt û bi arê geş
Bi wî kalê veşirtî ez
Tucar naçim di meyxanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?