Mihemed Şêxo - Ey Felek Ka Ew Sera
wêneyê hunermendî:ê 541 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ey Felek Ka Ew Sera

Ey felek ka ew sera û birc û qonaxê di min
ka rez û bistan û dar û kanî ew baxê di min

çîçek û nêrgiz heriştin tev ji bîna sorgula
sor perî nayên semayê kanî qozaxê di min

qeb qeb û dengê kewan nayên li ser lat û çiyan
kure kura rengê bûman, naleya zaxê di min

ser bi zêr û çox bi surme dest li ber rû nale nal
dê bikê xweş bin di dilde ev key û daxê di min

bilbilê malik xerab herdem bi hawar û girî
xweş li ser sorgul dinalin, bûne ortaxê di min

qumriyan sed renge awaz wan ji derdê nêrgizan
bûm li ser kax û kelat û qesr û çardaxê di min

dujminbê zordest ûzana tev welat girtin bi zor
erdelan û şehrezû û şax û Kurdaxê di min

kurdê gernas ku şikandin tîp û komên Ingilîz
ketne bin dsetê neyaran bûne al taxê di min

dujminê miletî îro bûne rêber bo welat
yên bi xapan em dixwarin bûne ocaxê di min

ma gelo kevne perestim, na ne raste ezbenî
lê dixwazim zû şiyarbin dost û hev çaxê di min

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove
logo
Kadir büyükdeniz 06-07-2023 12:12:38
Sipas dikim. Hun her hebin

logo
Kadir büyükdeniz 25-07-2023 09:41:38
BİJİ KURDİSTAN... BİJİ KURDİSTAN...

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?