Mihemed Şêxo - Ez Keç Im
wêneyê hunermendî:ê 295 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ez Keç Im

ez keç im keça gundan im
kulîlka serê lawan im
rîhana rêz û çeman im
lawiko ez bêrîvan im

delalê tu xwînşêrîn î
dil req î lêv hingivîn î
van xorta gava min dibînî
bêriyê ez evîndar im

lawiko evînî şerm e
geleka bi tirs û sehm e
evînî guneh e li dev me
lawiko ez bêrîvan im

delalê bêjin rihanê
kulilka heyva gulanê
rêzana xweşiya jîyanê
delalê ez evîndar im

lawiko were mala me
min bixwaze û sehke kilame
gustilkê bike tilîya min
lawiko ez bêrîvan im

delalê bêje bavê xwe
te bidin min serê xwe
qayil ke delalê dilê xwe
bêrîyê ez evîndar im

Gotin: Abdulazîz Sefer
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?