Mihemed Şêxo - Ez û Hizir Bûne Heval
wêneyê hunermendî:ê 208 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ez û Hizir Bûne Heval

Ez û hizir bûne heval
keftîne pey yara delal
li te pîroz bit ew bejn û bal
li te pîroz bit ew çavêk kal

canê derket çû geryanê
pir ca canê derket dîlanê
tên din şenga çavêt canê
diken rek maniya cîhanê

dêm şaneya û xal ketye ser
dêmê vedaye dil veker
awaz şermîne seranser
dê her nalîn her û her

peryêt keftîna serçava
ser kaniya çav û dirava
yêt vedayîne wekû dava
kew gîrêt dil û hinava

canê ji germa ez sotim
canê ji tihna ez ketim
hergav û dem ezê mestim
tc derb mi da neşêm hestim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?