Mihemed Şêxo - Peymana Min Şêrîn Yarê
Gotinên Stranan
Mihemed Şêxo - Peymana Min Şêrîn Yarê
Peymana min şêrîn yaregul bişkivîn nû buhare
min dî çavê zelal vekir
bi lêva kenî car bi care
li min neke sergiranî
rabû min dest, stû weranî
divya ji dest min birevî
kula ji dil min der anî
gote tu vîndarê min î
gava got min pêre kenî
bejna zirav xweş xemiland
j' ber ku tu sozdarê minî
destê me lev em meşiyan
berê me ket çol û çiyan
em hatin xwar çûne jorê
gote min hew em westiyan
xema nexwe xem giranî
peymanê yarê ciwanî
xemê di dil tevde hilîn
gava em çûn Kurdistanê
Şîrove