Mihemed Şêxo - Tu wî Bihişta Rengîn
wêneyê hunermendî:ê 288 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Tu wî Bihişta Rengîn

Tu wî bihişta rengîn
Gul û rîhan û nesrîn
Tu wî jan û tu wî jîn
Dîlber tu wî tu wî zîn

Ezim Memê dilbirîn
Bext reşim Sefin Hemrîn
Tu wî Sefin û Hemrîn
Tu wî Hindirîn û şêrîn

Tu 'wî baxê sor ji xwîn
Tev rondik û derd û şîn
Gelek enwar û Gurgîn
Şîn û şahîn û bengîn

Bijîna biha tukirîn
Qelen danû tê perîn
Ewin şehîdên evîn
Bo te yara nazenîn

Bo yezdan sed aferîn
Kirim pîrê xem civîn
Hiştim melûl û xemgîn
Hişta jivanê mizgîn
Şîrove
logo
obeid youssef 16-06-2020 03:52:50
Ezim Memê dilbirîn<br>Bextreş ezim ser zemîn<br>tuwî Sefîn û Hemrîn<br>tuwî Hindrîn û Şêrîn<br>

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?