Miradê Kinê - Firman a
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miradê Kinê - Firman a

Firman a firman a firman a firman a
Firman a firman a firman a firman a
Xalo emê çi bikin şer giran a
Firman a firman a firman a firman a
Keko li me firman a
Ne bi zirtê odê kurê camêran a
Ne bi hovê kirikên simbêlan ba bide
Li nav qîz û bûk û jinebî û van pîrekan a
Ne ko mirov berê xwe bidê şerê giran a
Destê xwe bavêje van demançan û van alamaniyan a
Bila kesekî zirtê xwe nedê
Û nebê emê berê xwe bidin şer û qewxê giran a
Û bira li ser Mala Eliyê Ûnis
Qewmê çiyan a axao...

Firman a...
Xalo li me firman a..
Bira bila kesekê zirtê xwe nedê
Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a
Û lê belê sond xwarina bi şêx Evdilqadirê Gêlanî
Maz û Evdiyê nava Nisêbînê
Û bi perda wî Weysel Qiranî
Sond xwarine wî sî salê Siltan şêxmûs
Bi wê qûbe û perda wan a
Û jin û namûs û pîrekên xwe

Bi sê telaqan berdana
Go emê serê xwe nakin şewqana
Emê destê xwe nakin kelemçana
Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira emê tu cara destê xwe nakin
Destê van bêbavên tirkan a
Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê
Me bixwe na
Bira bîra we nayê wextê ko şêx Seîd
Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê xeniqandin
Û stûyê wî avêtina şerîtê
Bûkên serbizêrî
Bi serê mala xwe ve dageriyana

Bila hûnê wê rojê li bîra xwe bînin
Van eskerên Sêrtê, Bedlîsê, Wanê, Tetwanê
Xelatê, Erdîşê, Mûradiyan
Û Qersê, Qaxizmanê, Bazîdê û Erzeromê
Li ber Pira Malabadê li kenarê avê dîsanê
Van e li hev civiyana

Û lê belê hûnê li bejn û bala
Pîs neferan herçî ew in
Ewê ji me kurdan a
Hûnê derba lê bidin li bejn û bala
Van çawîşan, astêmena, ustêmena
Û van têmena, yûzbaşî û bînbaşî
Yarbay û albay û van buyuk qumandana

Wele bira ezê dênê xwe didimê
Li ber Pira Malabadê, li kenarê avê
Li ber Gorê Qeremûsê
Û li ser serê Mala Eliyê Ûnis
Çi ecêb û çi qiyamet û çi tofan a
Waye mewzî û tapiyê xwe kolan a
Û simbêlê reşê boyaxkirî
Avêtine van Meqerifê tivingan a
Bi elba fişek vala kirina ser gohkê van ebana
Wele bira dênê we li wa bê
Û bila Xwedê şeş kula lê bidê

Li mala çawîşên Farqînê
Tu nebê dûrebîn li ber çavê wî ya
Û dimêzênê li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Çi ecêb û tofan a
Lêlî belê ewê çûye ser telefonê
Ciwabê didê Yedincî Qolordiya Diyarbekir
Û ji wê dê ciwab kete xopana bajarê Enqere
Ew dibê: ‘Elo!’
Ew dibê: ‘Efendim!’
Ciwab dane wê miclîsa giran a
Wa axao firman a finman a...

Wele firman a...li me firman a
Wele bira wextê ciwab kete
Xopana bajarê Enqerê
Wê miclisa giran a
Û lêlî belê carekî rabû bû çîreçîrê deriyan
Çingeçingê kursiyan û masa na
Û buya çîreçîrê van qeleman a
Û navê Mala Eliyê Ûnis
Deranîn ji van kuçik defteriyan
Navê wan avêtin dewra siltanan
Wele navê Mala Eliyê Ûnis
Carekî avêtina qezetana
Bû çîngeçing û zirezira telefonê wan a
Bila wê rojê şêst û heft welayetê
Tirkiyê xeber dana
Wa pê hesiyan a
Bila carekî mifte lê dane
Devê wan depoyan e
Bi sindoqan bi elban fişek vala kirina
Van mîratê cemsan a

Wele bila dênê we li wan bê
Heçî sûbay bûn ewê siwar bûn
Li van texsî û li van cîb û li van fordan a
Û heçî êdî sefer bûn li van ekmek çentesiyê
Xwe dagirtin ji baliqan û ji van sabûnan a
Wele heçî yedek sûbay bûn
Û nûka hatibûna eskeriyê

Nizanibûn berê xwe bidin
şer û qewxê giran a
Nizanibûn çi ecêb û qiyamet û tofan a
Wele ewê siwar bûna li cemsan a
Mendîl û desmalên xwe

Ji berîka xwe dertanîn
Û li siwarbûna li çemsan a
Ban kirine pîrekên xwe
Got: ‘Heqinî helal edin!’
Emê berê xwe bidine
şerê Mala Eliyê Ûnis
Qewmê Çiya na axao...

Wele firman a firman a firman a...
Li me firman a
Eme çi bikin şerê Mala Eliyê Ûnis
Û hikûmatê
Wezê dênê xwe didimê
Pir giran a axao...

Firman a... Li me firman a
Wele bira wezê dênê xwe didimê
Li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Li min xweş tê dengê van mîratên
Otomotîk makîneliyan a
Wele lêlî belê Mala Eliyê Ûnis
Çawa bi elban fişek vala kirine
Ser gohên van eba na
Û sond xwarina bi Weysel Qeranî
Bi wî Siltan şêxmûsî
Bi wê perda wan a
Û destê wan ji zarok û çolix û kifletên
Wan qetiyan a
Go emê serê xwe nakin şewqan a
Emê berê xwe nadin hepisxan e
Û emê destê xwe nakin darê kelemçan e

Wele namûs û pîrekên xwe
Bi sê telaqan ji xwe berdan a
Lêlî belê simbêlên reşê boyaxkirî
Avêtine van Miqerifê tivingan a

Lêlî belê Mala Eliyê Ûnis
Dênê xwe danê fişek û
Mermiyên wan neman a
Û zanibûn ko barê hikûmetê
Barê risês a zehf giran a
Û lêlî belê van bêbavên tirkan
Dênê xwe danê ko
Dengê tivingê wan nayê
Fişekên wan neman a

Lêlî belê carekî wan singo
Avêtin devê van sîlehan û tivingan a
Û hicûm berdana ser kozik û çeperên
Mala Eliyê Ûnis
Û heyf û mixabin wê rojê
Bîst û pênc mêrê me kurdan
Dane nav lingan e axao...

Wele firman a...Li me firman a
Wezê çi bikim şerê Mala Eliyê Ûnis
Li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Kenarê avê
Û emê çi bikin hemî emr û îrada
Xwedan e axao...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?