Mirady - Leşkerê Winda
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirady - Leşkerê Winda

bê xatir û bê ramûsan
şîrê şeran mirin dimijand
j’ kilê çavên maran
hez dikin leşkerê winda

goga ku bavê te
duh kirrîbû ji bo te
birîna gîyanê te
di kefenekî de

xwe veşêre,
bi têra xwe bigirî
xewna azadîya te
serjêkirî ye

ka bistrê…
genî bûme,
min bêhn bikin heyran
genî bûme

niha belkî dibêjî
çima wan ez li çîyayekî spî hiştim
berfa kûçikan diewte li derdora min
kurm dikeve bedena min
min ji ‘erdê rakin

ka destên we
çîyê stranek winda kir

Gotin û Muzîk: Mirady
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?