Mirov - Germegerm
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirov - Germegerm

Ez bibim stêrk
Ji ewr bikevim
Li ser singa te ya germ

Ez bibim zarok
Tu şekirê mêra bide min
Vê roja îdê

Rojek ji nava rojê
Ez mêşin im li mer'ê
Satil di milê te de
Ka were min bidoşe

Ez bibim kosî
Li ber derê hewşa we
Tu min biqelibîne

Ez bibim herî
Tu bi min bileyize
Ji xwe'r maloka çê bike

Rojek ji nava rojê
Ez mêşin im li mer'ê
Satil di milê te de
Ka were min bidoşe.

Gotin û Muzîk: Mirov
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?