Mirov - Şewat
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirov - Şewat

Di nav pirêzeyan de
Min deste xwe şewitand
Ez zarokekî biçûk bûm
Dîsa jî ne digiriyam
Maliyê min dihat
Ji nav zebeşan
Min wan li nîvê rê qefalt
Min got:

"Destê min şewitî
Hewar, hewar
Hewar dayê, hewar bavo
Hewar xwuşkê, hewar keko"

Diya min hêkekî şikand
Li ser destê min ê şewitî
Bavê min rakir darikê xwe
Pezê xwe derxist çolê
Xwuşka min çû ser kaniyê
Silehiya xwe tije kir
Kekê min riyê xwe jê dikir
Ez diçûm ba hevala
Min digot:

"Hewar, hewar
Hewar Sedo, hewar Bozo
Hewar Sîno, hewar Sîro
Hewar Rido, hewar Haşo
Hewar Reco, hewar Cengo

Hewar, hewar

Hewar Heso, hewar Hiso
Hewar Nahmo. Hewar Tûnco
Hewar Baro Hewar Xilso
Hewar Weyso, hewar Zeko
Hewar Cao, hewar Goko

Hewar, hewar
Hewar, hewar"
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?