Mirov - Yarê Yarê
wêneyê hunermendî:ê 84 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirov - Yarê Yarê

Ava bi ronahî wek zerdeştî
Dinê û esmanî mêrg û deştî
Sor û rohelatî deng û nayî
Buhar û bilûrî brûsk û bayî

Tawisê ar perî kenîna bûk
Di kene dimrin bakûr û pûk
Ewrê esmanî tu keske sor
Liber lemên te lez dimre sor

Erê yarê yarê

Gotin: Kamuran ElÎ Bedirxan
Muzîk: Bulent Turan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?