Mizgîn - Bilbilo
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mizgîn - Bilbilo

Bilbilo çima wanî tu dinalî ?
Per û baskê te bi xun û bi figanî
Ji welatê xwe dûr ketî kûr dinalî
Bê heval û bê dost û yar û jiyanî

Bilbilo lo hoy birîndaro
Ezê per û baskê te derman kim
Welatê rojê ji bo te azad kim
Ezê te bi hêlîn û bi pergal kim can
Hêlîna te li çiki bilind ava kim
Bilbilo lo jaro

Ezê te li dîwana dengbeja bi mevan kim
Ezê bang hemû hozan û dengbeja kim
Şahê dengbêja Şakiro ji xweşiyar kim
Bara bêje çum Helebê cihê bukan û rinda
Şahê dengbeja Şakiro ji xweşiyar kim
Bi dilkî şahî emê ji xwe re li wî gohdar kin

Bilbilo lo hoy bê waro
Ezê Serhedê ji te re nû ava kim
Zozanê bav û kala ji te re pergal kim
Ezê te bi jiyanê ve nû ve Şah kim can
Hêlîna te çikî bilind ava kim
Bilbilo jaro



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î